Di peyama xwe de, Sefîn Dizeyî sersaxî û xemgîniya xwe ya kûr ji bo malbatên şehîdan, hikûmet û gelê Misrê ragihand û got: "Em bi tundî vê êrîşa çekdarî ya ku hêzên parastina sînorê Misrê kir hedef, şermezar dikin."
Berpirsê Dezgeha Têkiliyên Derve ya Herêma Kurdistanê hevsoziya tevahî ya Herêmê ji bo Misrê nîşan da û piştrast kir ku Herêm piştgiriyê dide ewlekarî û aramiya wê welatê. Herwiha wî her cure hewldanek red kir ku ewlekarî û yekparetiya axa Misrê bixe xeterê.






