Heyeta hikûmeta federal, ku ji cîgirê serokwezîr, wezîrên neftê, darayî û şaredariyê û serokê Dîwana Çavdêriya Darayî pêk dihat, bi komîteya taybet a fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê re li ser ew maddayên ku têkildarî Herêma Kurdistanê ne, nîqaş kir.
Sipan Şêrwanî di daxuyaniyekê de amaje bi vê yekê kir: "Di vê civînê de em bi hûrgulî û dirêj li ser hemû bendên taybet bi herêmê re nîqaş kirin û nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin."
Endamê Encûmena Nûneran piştrast kir ku ew hemû hewldanan didin meşandin da ku di pêşnûmeya qanûna budçeya 2027 de, maf û îstîhqaqên destûrî yên Herêma Kurdistanê bi tevahî werin ewle kirin, berî ku pêşnûmeya qanûnê bê pêşkêşkirin ji serokwezîrê Iraqê re.






