Serperştiyê koma gerêdeyan ragihand ku ji ber bayê bihêz û mijê stûr rêya wan tevlihev bûye û hinekî ji hev dûr ketine, lê hemû ewledar in. Wî destnîşan kir ku li gorî nexşeya diyarkirî, heta saetekê din dê bigihîjin otomobîlên xwe.
Berê, Parastina Sivîl a Soranê ragihandibû ku ji ber xerabûna hewayê û nezanîna herêmê, komeke gerêdeyan ji 7 kesan winda bûne û şeş tîm li wan digerin. Lê niha, li gorî agahiyan, cihê du kesan hatiye diyarkirin û yên din jî di rêya vegerê de ne ber bi herêma ewle ve.
Tîmên Parastina Sivîl a Soranê û Sîdekan jî di amadebaşiyê de ne heta ku ewle bibin ku hemû endamên komê gihîştine herêma ewle.






