Roja pêncşemê, 5ê Çileya Paşîn a 2026an, di merasîmeke taybet de li Parîsê, paytexta Fransayê, grûpa cîhanî "Top Com" xelata navneteweyî ya (Grand Prix Consumer 2026) da projeya Zom. Ev cara yekem e di dîroka vê xelata navneteweyî de ku şirketek an projeyek ji Kurdistanê bigihîje vê qonaxê û wekî brendeke bawerbar li asta cîhanê were nasandin.
Ev xelat her sal tê dayîn wan saziyên bandorker ên ku kampanyaya bazirganiyê ya serkeftîtirîn û têkiliya bihêztirîn bi bikarhêneran re ava kirine. Jûriya dadweriyê ya xelatê, ku ji 30 pisporên navneteweyî pêk dihat, piştî nirxandineke berfireh a awayê xebatê û kalîteya projeyê, biryara dawî di berjewendiya projeya Kurdistanî de da.
Ew tiştê ku bala jûriya navneteweyî kişandiye, tenê kalîteya hilberên xwezayî yên wekî mast, penîr û rûn ne, lê bandora aborî û civakî ya Zomê li ser binesaziya gundiyan e.
Hejmar çîrokê vedibêjin:
Projeyê rasterast jiyana zêdetirî 3,300 malbatên heywandaran dabîn kiriye, bi rêya wergirtina hilberên wan rojane.
Zêdetirî 400 karmend di pêvajoya wergirtin, hilberîn û belavkirinê de dixebitin.
Armanca stratejîk a pêşeroja şirketê, dabînkirina hemû daxwaza bazarên Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.
Berpirsiyarên saziya )Top Com( li Parîsê amaje bi vê yekê dane ku standarda paqijî û profesyonelîtiya projeya Zomê di astekê de ye ku deriyê bazarên navneteweyî li ber hilberên wê vedike; veguherînek ku dibe ku di pêşerojeke nêzîk de hilberên heywandarên Kurdistanê bixe ser refên supermarketên Ewropayê.






