Îro în, 6ê Çiriya Paşîn a 2026an, Serokatiya Şaredariya Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand: Kar li projeya çêkirina rêyên hundirîn ên Qerebûya gundê Korê, di qonaxa yekem de li zona (A), bi awayekî girîng û bêrawestan berdewam dike.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ji ber nêzîkbûna demsala zivistanê û nêzîkbûna dema destpêkirina baranê, endezyar Karzan Ebdulhadî, Serokê Şaredariya Hewlêrê, çavdêr û tîmên pêkanîna projeyê wezîfedarkirine ku hewldanan zêdetir û karan lezgintir bikin, da ku proje di dema diyarkirî ya xwe de bê temamkirin.
Şaredariya Hewlêrê destnîşan kir ku ev proje ji dahata Serokatiya Şaredariya Hewlêrê tê darayîkirin û bi awayê pêkanîna rasterast tê meşandin. Mesrefa wê jî (551,845,000) pênc sed û pêncî û yek milyon û heşt sed û çil û pênc hezar dînar e.
Di dawiya daxuyaniyê de hate tekez kirin ku armanca pêkanîna vê projeyê baştirkirina binesaziya herêmê û hêsankirina trafîka welatiyan e; her wiha ew dixwaze şêwazekî bajarî bide rêyên hundirîn ên zeviyên Qerebûyê li wê deverê.







