Îro, roja pêncşemê, 5ê Çiriya paşînê, Mesrûr Barzanî, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, projeya rêya dualî ya (Korrê–Şeqlawe–Qendîl) vekir.
Serokê hikûmetê di axaftineke de got: “Rêyek pir xweşik û rêkûpêk hatiye çêkirin. Herçend ew karekî pir dijwar e, heke hûn temaşe bikin, dagirtin û birrîna çiyayan; lê ew bi awayekî pir xweşik û rêkûpêk, li gor standardeke navneteweyî hatiye çêkirin. Ez ji kompaniya (North Light) re spasdar im ji bo pêkanîna vê karê xweşik û hêvîdar im ku hertim serkeftî bin, mînakên wan zêde bibin û em bikaribin hemû rêyên Kurdistanê bi vî awayî û di vê asta baş de çêbikin û bajarên xwe bi hev ve girêbidin. Bêguman ev ji bo hatûçûna welatiyan, ji bo geştiyarên ku serdana Kurdistanê dikin, ji bo bazirganiyê, kêmkirina demê, gihandin û girêdana bajaran bi hev re hêsaniyeke mezin çêdike. Ev rê dê bandorê li ser hemû van mijaran bike û alîkariya welatiyan bike.”
Serokê hikûmetê herwiha hêvî kir ku welatî ji van rêyên dualî sûdê werbigirin, lê rêberiyên trafîkê jî li ber çavan bigirin, ji bo ewlehiya xwe, ewlehiya malbatên xwe û ewlehiya welatiyên din.
Di beşeke din a axaftina xwe de, serokê hikûmetê behsa wê kir ku stranê (Ey Reqîb) di beşek ji vê rêyê de tê bihîstin û got: “Ya ku di vê rêya dualî de cuda bû û min hest pê kir, ew e ku stranê (Ey Reqîb) li ser rêyê hatiye çêkirin. Heke hûn bi leza 80 (kîlometre di saetekê de) biçin, hûn ê dengê stranê (Ey Reqîb) bibihîzin, ku bi rastî tiştekî pir xweşik e. Hêvîdar im hûn jî wê biceribînin, lê bi hêdî û înşaellah bêyî pirsgirêk û astengiyan.”







