Dr. Zêbarî di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku ev gav di çarçoveya bendên 117 û 121ê Destûra Iraqê de, rola sereke ya parlamentoyê di qanûndanînê û çavdêriya performansa hikûmetê, herwiha bihêzkirina bingehên demokrasiyê, berbiçav dike.
Koordînatorê pêşniyarên navneteweyî têkiliya di navbera aktîfkirina parlamentoyê û pabendbûnên navneteweyî yên Iraqê de girêda û got: "Parlament dikare di pêkanîna pêşniyarên çaremîn dorê ya Mekanîzmaya Vekolîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ji bo mafên mirovan (UPR) de roleke girîng bilîze, bi taybetî di warên mafên jinan, mafên pêkhateyan, azadiya derbirînê û berpirsiyariya sazûmanî de."
Di dawiyê de Dr. Dindar Zêbarî tekez kir ku aktîfkirina parlamentoyê derfetek girîng e ji bo xurtkirina hevkariyên di navbera parlament û hikûmetê de di amadekirin û pêkanîna planên mafên mirovan û nîşandana encaman di raporên navneteweyî de.







