Nivîsa peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:
Pîrozbahiyeke germ ji serokê hilbijartî yê dewra şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê û cîgir û sekreterê parlamentoyê dikim.
Herwiha pîrozbahî û spas ji endamên parlamentoyê yên welatparêz, xebatkar, bêçavtirs û dilovan ên Herêma Kurdistanê re dikim, ji bo parastina meşrûtiyê û vegerandina Parlamentoya Herêma Kurdistanê.
Daxwaza îro ya we, dilsozî ye ji bo xwîna şehîdan û daxwaza dengdêran, û ev gav serkeftina îradeya gelê Kurdistanê ye.
Vegerandina parlamentoyê, pabendbûn û israrkirina li ser bicihanîna pêvajoya demokrasiyê ye.
Hêvîdar im di rojên pêş de, endamên din ên parlamentoyê jî beşdarî civînên parlamentoyê bibin, erkên xwe yên neteweyî, qanûnî û exlaqî bi cih bînin û di asta berpirsiyariya û baweriya dengdêrên xwe de bin.
Li vir jî bang li hemû aliyên dikim ku ji bo berjewendiya neteweyî pêş de werin, da ku em bi hev re xizmeteke hêjayî gel û welatê xwe bikin û destkeftiyên xwe yên destûrî biparêzin.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
2026/11/4







