Peyamek ji Serok Barzanî
Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm, bi boneya destpêkirina karê Parlamentoya Herêma Kurdistanê, pîrozbahiyê ji gelê Kurdistanê, desteya serokatiya parlamentoyê û hemû aliyên siyasî re dikim.
Piştî derbasbûna du salan ji hilbijartina Herêma Kurdistanê, bi bextewariyê hat ku Parlamentoya Kurdistanê dîsa aktîf bibe. Li vir spasî hemû parlamenterên dikim ku helwest girtin, erkê xwe yê yasayî û neteweyî bi cih anîn û vê saziya destûrî ya herêmê aktîf kirin.
Aktîfkirina parlamentoyê gavek e ber bi parastin û bihêzkirina Herêma Kurdistanê ve û li dijî tu kes û aliyekî nîne; bêguman dê ji bo berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê û pêvajoya siyasî xizmetkar be.
Niha ku parlamentoyê dest bi karên xwe kiriye, daxwaz ji hemû aliyên rêzdar dikim ku beşdarî vê pêvajoyê nebûn, ew jî beşdar bibin û bi hev re ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê û gavên din bibin hevkar û alîkarê pêvajoya siyasî.
Mesûd Barzanî
٤y Tişrîna Duwemê ۲٠۲٦







