Nivîsa daxuyaniyê:
Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm
Bi boneya aktîfkirina Parlamentoya Kurdistanê piştî du salan ji hilbijartinên Herêma Kurdistanê, herwiha hilbijartina desteya serokatiya parlamentoyê, em germtirîn pîrozbahiyan ji tevahiya gelê Kurdistanê re pêşkêş dikin.
Aktîf bûna parlamentoyê gaveke girîng e ji bo parastina çarçoveya destûrî ya herêmê û zemînek bihêz e ji bo avakirina hikûmeteke karîger û xizmetkar ku bersiva daxwazên welatiyan bide û hevahenga di navbera hemû pêkhateyên neteweyî û olî de kûrtir bike.
Civîna îro serkeftineke neteweyî ye; em spas û pêzanîna xwe ji hemû endamên rêzdar ên parlamentoyê re pêşkêş dikin ku bi beşdariya xwe bersiva îradeya rewa ya gelê Kurdistanê dan.
Ev gav dê bibe faktoreke bihêz ji bo asta bilindtir a hemahengî û hevkarî di navbera endamên Meclîsa Nûneran a Iraqê û endamên Parlamentoya Kurdistanê de, ji bo parastina mafên me yên destûrî.
Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Meclîsa Nûneran a Iraqê
4ê Mijdara 2026







