Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di rojên 28 heta 30ê Çiriya Pêşîn a 2026an, li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê, ji aliyê "Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman" ve kongreyeke bi navê (وحدة الأمة الوسط: من الثوابت إلى ميثاق الوحدة), bi beşdariya kesayetiyên navdar ên cîhana Îslamê, hat lidarxistin. Lê tevî ku Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê nehatiye vexwendin, di daxuyaniya dawiyê ya kongreyê de heta bi peyvekê jî behsa maf û bindestbûna gelê misilmanê Kurd nehat kirin.
Yekîtiya Zanayan amaje bi vê yekê kiriye ku di 100 salên borî de kêm neteweyek heye ku wekî Kurd rûbirûyî zilm, zordarî, kîmyabarankirin, Enfal û desteserkirina mafê çarenûsa xwe bûbe. Herwiha tekez kiriye: Kurd ji aliyê olî ve beşek ji ummeta Îslamê ya yekpare ye, lê wekî netewe, gelêk e ku Xwedayê Mezin nasname û zimanê taybet daye wî.
Di dawiya peyamê de hatiye gotin: “Em gilî û nerazîbûna xwe ji rêxistinkar û beşdarên kongreyê re radigihînin, ji ber ku diviya bû behsa pirsa rewa ya Kurd bihata kirin ku cîranê nêzîkê kongreyê bû, ne ku behsa welatên aliyê dinyayê bê kirin û pirsa neteweyeke bindest wekî Kurd bi tevahî were paşguhkirin.”







