Îro, Çarşemê, Mesrûr Barzanî, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Faleh Feyaz, serokê Hişdî Şe‘bî, kir.
Di civînê de, derbarê bûyer û guhertinên dawiyê yên rewşa giştî ya Iraqê û herêmê de raman hatin guhertin.
Di beşekî din ê gotûbêjan de, bal hat kişandin ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de û dabînkirina maf û îstihqaqên darayî yên Herêma Kurdistanê bi awayekî dadperwerane, wek hemû beşên din ên Iraqê, li ser bingeha rêzgirtina ji pergala federal a Iraqê û nasnameya destûrî ya Herêma Kurdistanê.







