Faksyonê di daxuyaniyekê de vegerandina Parlamentê wekî "gaveke çarenûssaz û pir biqîmet" ji bo bihêzkirina bingehên demokrasiyê, serweriya qanûnê û pêkanîna nirxên hevjiyana hevbeş li Herêma Kurdistanê binav kiriye.
Metna peyama Faksyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê:
Bi boneya vegerandina Parlamenta Kurdistanê û hilbijartina desteya nû ya serokatiyê
Pîrozbahiyeke germ ji gelê tekoşer û hemû pêkhateyên Kurdistanê re dikin.
Vegerandina Parlamenta Kurdistanê piştî demeke hestiyar, bi hilbijartina desteya nû ya serokatiyê re, gaveke çarenûssaz û pir biqîmet e ber bi bihêzkirina bingehên demokrasiyê, parastina serweriya qanûnê û pêkanîna nirxa hevjiyana hevbeş li Herêma Kurdistanê.
Parlamenta Kurdistanê wekî saziya herî bilind a qanûndaninê û çavdêriyê, her dem mala rastîn a gel û nîşandana îradeya neteweyî ya gel bûye.
Vekirina vê saziya neteweyî û diyarkirina desteya nû ya serokatiyê, derfetek zêrîn e ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî, amadekirina qanûnekî hevdem û dadperwer, û afirandina hawîrdoreke berhemdar ji bo pêkanîna kabîneyeke nû ya hikûmetê ku li gorî hêviyên welatiyan be û çavdêriyeke hûr li karên wê bike ji bo xizmeta zêdetir a gel.
Ji vê boneyê ve, hêvîdar in ku desteya nû ya serokatiya Parlamentê, bi dîtineke neteweyî û bi ruhê berpirsiyariya dîrokî, nêzîkî xem û daxwazên welatiyan bibin û bibin sedema aramî, îstîqrara siyasî û pêşveçûna hemalî li Herêma me.
Di xizmeta gel û welatê me de serkeftî bin.
Faksyona Partiya Demokrat a Kurdistanê
Li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê







