Derengiya şeva borî, Rêveberiya Trafîka Germiyanê di daxuyaniyekê de ragihand: Li ser riya sereke ya (Kelar – Derbendîxan), li nêzî gundê Awexêrî, otomobîlek ji cureya (BMW) ku ber bi Kelarê ve diçû, kontrola xwe ji dest daye û li parastina kêleka rêyê xistiye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: Di encama qezayê de, welatiyekî ji dayikbûyî sala (1992) di cih de jiyana xwe ji dest daye û welatiyekî din ê ji dayikbûyî sala (1991) bi giranî birîndar bûye. Herwiha birîndar ji Nexweşxaneya Şehîd Mela Ehmedê Kelarî ya li navçeya Bawenûrê, ber bi Nexweşxaneya Awarte ya Şehîd Hejar a li Kelarê ve hatiye şandin.
Trafîka Germiyanê herwiha destnîşan kiriye ku tîmên trafîkê yekser gihiştine cihê qezayê û dest bi lêkolînê kiriye, ji bo ku sedem û çawaniya rûdana qezayê bê zanîn.







