Îro, În 6ê Mijdara 2026an, Rêveberiya Giştî ya Meteorolojî û Erdhejnasî ya Herêmê di daxuyaniyekê de ragihand: Îro ezman dê ji nîv-ewerî heta bi tevahî ewrî be. Di saetên sibehê de li deverên parêzgeha Dihokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê barana sivik û navîn dê bibare. Paşê, piştî nîvro, bandora vê şopola baranê dê li hemû deverên Herêma Kurdistanê dirêj bibe û li piraniya deveran dê baran bibare. Di heman demê de, di şevê de carinan baran dê bi awayê barana zêde û birûskê be, bi taybetî li deverên Îdareya Germiyanê û parêzgehên Silêmanî û Helebçeyê. Herwiha, dereceyên germayê dê hinekî kêm bibin, li gorî tomarên duh.
Bilindtirîn dereceyên germaya pêşbînîkirî ya îro bi dereceya Selsiyûsê wiha ne:
Hewlêr 22, Silêmanî 17, Helebçe 21, Dihok 20, Zaxo 22, Pîrmem 16, Germiyan 24, Çemçemal 22 û Hacî Omeran 10 dereceya Selsiyûsê.
Derbarê hewaya sibê, Şemî 7ê Mijdara 2026an, Meteorolojiya Herêmê ragihand: Ezman dê bi giştî ewrî û baranî be û li piraniya deveran barana sivik û navîn dê bibare. Herwiha, carinan baran dê bi awayê barana zêde û birûskê be û pêşbînî tê kirin ku asta avê bilind bibe, bi taybetî li sînorê parêzgeha Silêmaniyê û derdora parêzgeha Hewlêrê. Dereceyên germayê dê nêzîkî 1 heta 3 dereceyan kêm bibin, li gorî tomarên îro.
Bilindtirîn dereceyên germaya pêşbînîkirî ya sibê, Şemî, bi dereceya Selsiyûsê wiha ne: Hewlêr 19, Silêmanî 15, Helebçe 18, Dihok 18, Zaxo 19, Germiyan 22, Pîrmem 15, Çemçemal 20 û Hacî Omeran 8 dereceya Selsiyûsê.







