Çîroka Zomê ji damezrandina kargehek hilberîna şîr û berhemên şîrê li devera Mergesorê dest pê dike, lê armanca wê tenê hilberîna şîr û berhemên wê nîne; belkî rasterast bi çandinî, heywandariyê û dahata cotkarên herêmî ve girêdayî ye. Bingeha projeyê di sala 2020’an de hate danîn û di 30ê Gulanê 2023’an de bi fermî ji aliyê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate vekirin. Kargeh li gundê Jajûkê, girêdayî qezaya Mergesorê li devera Barzanê, hatiye damezrandin.
Zom tenê kargehek hilberîna şîr û berhemên şîrê nîne, belkî projeyek neteweyî ya girîng e ji bo pêşxistina çandinî û heywandariyê li Herêma Kurdistanê û destpêka qonaxeke nû ya rêbazên heywandarî û çandiniyê ye li Herêma Kurdistanê. Projeya Zomê, bi pêşxistina kapasîteya cotkarên herêmî, baştirkirina cinsên heywanan, dabînkirina xizmetên veterîneriyê, pêşxistina hilberîna xwarina heywanan û avakirina bazarekî domdar ji bo şîr û berhemên çandiniyê, dahata malbatên cotkar zêde kiriye û bingeha aboriyeke bihêztir li deverên gundewarî xuyadariyê daye.
Yek ji beşên herî girîng ên karê projeya Zomê, berhevkirina şîrê çêlekên cotkar û gundiyan û veguherandina wî bo berhemên şîrê ye.
Di projeya Zomê de 28 navendên wergirtina şîr li deverên cuda dixebitin, da ku cotkar bikaribin şîrê xwe bi hêsanî bigihînin navendan û lêçûn û barê veguhastinê kêm bikin. Projeya Zomê bi kirîna şîr ji heywandaran re dahateke domdar dabîn dike.
Berhemên Zomê ji mast, şîr, penîr, mastaw û qeymaxê pêk tên, bi çendîn qebare û tamên cuda. Bi vî awayî, di nav projeyê de girêdanek di navbera xwedîkirina heywanan, berhevkirina şîrê û hilberînê de hatiye çêkirin.
Li gorî daneyan, zêdetirî 400 karmend di projeya Zomê de dixebitin û zêdetirî 3,300 cotkar rasterast ji çalakiyên wê sûd wergirtine. Herwiha, rêjeya şîrê ku rojane li navendan tê berhevkirin, di bihara sala 2026’an de gihiştiye nêzîkî 40 tonan.






