Îro yekşem, 8’ê Çirîna Duyemîn a 2026’an, ajansa "France Presse" ragihand: îro sibeh dengê gelek teqînên bihêz li bajarê Riyadê hat bihîstin. Ev çend deqîqe piştî wê bû ku rayedarên Siûdîstanê bi rêya peyama kurt a mobîlê ji niştecîhên paytextê re peyama hişyariyê şandin, ku tê de li ser hebûna "xeteriyeke ezmanî ya dijminane" agahî dabûn, ji ber berdewamîya êrîş û pevçûnên di navbera Padîşahiya Siûdîstanê û çekdarên Hûsî yên girêdayî Îranê li Yemenê de.
Di peyama hişyariyê de hatibû gotin: "Herêm bi xeteriyeke ezmanî ya dijminane re rû bi rû maye; ji kerema xwe bi aramî tev bigerin û li malên xwe an jî li cihêkî ewle, dûrî pencere û derî, bimînin".
Di heman demê de, yek ji niştecîhên bakurê paytexta Siûdîstanê li ser vê mijarê ragihand: "Ji ber tundî û bihêziya dengê teqînan, hemû mala min bi awayekî pir hejî".







