Îro yekşem, piştî nîvro, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi pêwendiyeke telefonî re ji malbat û kesûkarên qurbaniyên lehiyê ya şeva borî li bajarê Hewlêrê, merhumên rehmetî Muhammed Resûl û Mistefa Serkeft re sersaxî û hevxemî kir û hevderdîniya xwe ya kûr ji wan re ragihand.
Herwiha parêzgarê Hewlêrê, Omed Xoşnaw, li şûna Serokê Hikûmetê, beşdarî her du merasîmên sersaxiyê bû û ji malbatên koçberiyan re sersaxî pêşkêş kir.







