Nivîsa peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî:
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bi xemgîniyeke mezin gihîşt min nûçeya koça dawiyê ya (Erdal), kurê hunermendê delal ê Kurd Birader Mûsîkî. Sersaxiya xwe ji hunermend Birader Mûsîkî û malbat û kesûkarên wî re radigihînim û xwe di xemgîniya wan de hevpar dibînim.
Ji Xwedayê Mezin dixwazim ku giyanê merhum Erdal bi behişta fireh kêfxweş bike û sebr û aramiyê bide bav û malbata wî.







