Tom Barrack, balyozê Dewletên Yekbûyî li Tirkiyeyê, li ser platforma X peyamek belav kir û tê de piştgiriya Ali Zeydi dike û dibêje: Ali Zeydi peyameke zelal ji milîsên Iraqê re şand.
Nivîsa daxuyaniya Tom Barrack:
Serokwezîr Zeydi peyameke zelal şand: Milîs tu cihê wan di saziyên Iraqê de tune ye. Pêşeroja Iraqê ya gelê wî ye, ne ya wan komên çekdar ên ku li derveyî dewletê dixebitin. Ev serwerî ye di pratîkê de.







