Polîsên Amerîkayê ragihand ku demek berê li tax’a Logan Circle ya Washingtonê, paytexta welatê, ku tenê nêzîkî yek mîl dûrî Qesra Spî ye, çar kes ji ber gullebarana çekdarekî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên destpêkê yên polîsan,, bûyer li çend deverên cuda yên hundirê taxê qewimîye û piştî gihîştina tîmên ewlehiyê, derdora Kolana 15-an a herêmê hat dorpêçkirin û ji welatiyan hat xwestin ku ji cihê bûyerê dûr bimînin.
Hêzên ewlehiyê hişyarî dane niştecihên herêmê ku di malên xwe de bimînin. Di heman demê de, dibistanên nêzîkî cihê bûyerê bi awayekî demkî hatin girtin û lêkolîna dezgehên federal ji bo eşkerekirina nasnameya gullebaranê û rewşa tenduristiya birîndaran berdewam e.







