Êrîş di saet 15:00an de roja Çarşemê ya duh li meydanê bazara navenda bajarê Krakowê dest pê kir, dema çekdar bi otomobîla xwe ket nav qelebalixiya gerêdên û dest bi gulebarana "random" kir. Hêzên ewlehiyê di nav sê deqeyan de gihiştin cihê bûyerê û piştî pevçûna çekdarî, karîbûn êrîşkar birîndar bikin û bigirin.
Di êrîşê de 4 jin û 2 zilam jiyana xwe ji dest dan, ku yek ji wan hemwelatiyekî Brîtanyayê bû. 16 kesên din jî birîndar bûn; di nav wan de hemwelatiyên (Awûstûrya, Brîtanya, Almanya, Portûgal û Rûsyayê) û du efserên polîs hene, ku rewşa tenduristiya yek ji wan ne ewle ye. Herwiha piştî lêgerîna mala gumanbar li bajarê "Ostrowiec", polîs cesedên sê kesên din dîtin.
Gumanbar polonezekî 25 salî ye û wekî "netewperestê tundrew" hatiye binavkirin. Di hundirê otomobîla wî de hejmareke mezin a çek û cebilxaneyê hat dîtin. Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk êrîş bi "kirdeyeke hovane" bi nav kir û li bajarê Krakowê sê rojên şînê giştî ragihand.
Bûyerê reaksiyoneke berfireh a navneteweyî li dû xwe hişt û rêberên Brîtanya, Amerîka, Yekîtiya Ewropayê û Ukraynayê êrîş bi tundî şermezar kirin û hevderdiyên xwe ji gelê Polonyayê re nîşan dan.







