Ev destkefta nû di nav “Lûtkeya Cîhanî ya Medyayê” de hate nîşandan; lûtke ji 5 heta 9ê Mijdara 2026an li Pekînê, paytexta Çînê, tê lidarxistin. Robot bi hevkariya ajansa “Xinhua” û pargîdaniya çînî “UBTECH”, ku di warê çêkirina robotên mirovî de pispor e, hatiye çêkirin.
Ev robot xwe dispêre teknolojiya hişê destkirdî û modelekî datayê yê mezin, bi armanca ku sepanên jîr ji jîngeha virtual derbasî pergalên fîzîkî bike; pergalên ku dikarin rasterast bi mirovan re têkilî daynin.







