Îro, roja Înê, 6ê Çiriya Paşîn a 2026an, berî lidarxistina Konferansa Neteweyên Yekbûyî ya Avhewayê (COP31) li Tirkiyeyê, Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Karûbarên Penaberan (UNHCR) di raporekê de ragihand: Nêzî (90) milyon penaber û koçberên bi zorê, ji ber bilindbûna germahiya cîhanê, ketine ber metirsiyên pir mezin û sê ji çarên tevahiya koçberên cîhanê jî di wan welatan de dijîn ku bi awayekî tund ketine ber metirsiyên hawîrdorê.
Anton Liz Garcia, cîgirê komîserê bilind ji bo operasyonan li Komîseriya Penaberan, di daxuyaniyekê de got: "Penaber rastî zilmeke dualî tên, piştî ku neçar bûn ji wan şer û pevçûnên ku sedema wan ne bûn birevin, niha ketine xeta pêşîn a krîza avhewayê ku di çêbûna wê de kêmtirîn beşdarî wan hebû".
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku koçber, piştî rizgarbûna xwe ji tundûtûjî û zordariyê, li cihên ku ji ber pêlên tund ên ziwabûnê, lehiyên kujer û germaya zêde dinalînin, bicih dibin. Komîseriya Penaberan bawer dike ku ev guherîn dê herdem bibin asteng li ber dîtina çareseriyeke bingehîn ji bo doza koçberan.
Di dawiya raporê de hatiye gotin ku zêdetir ji du ji sêyan (2/3) wan penaberên ku di nîveya yekem a vê salê de vegeriyane welatên xwe, xwe di herêmên ku bi tundî ketine bin bandor û metirsiyên giran ên avhewayê de dîtine.







