Qesra Kremlinê îro Çarşem, 4’ê Çiriya paşîn a 2026’an, hêvî xwest ku encama hilbijartinên nîvdemî yên Kongreya Dewletên Yekbûyî astengiyek li ber wan "hewldanên aştiyê" yên ku serokê Dewletên Yekbûyî Donald Trump dimeşîne, çêneke.
Dmitry Peskov, berdevkê Kremlinê, di daxuyaniyekê de ku ji aliyê medyayên fermî yên Rûsyayê ve hate weşandin, ragihand: "Bi dilsozî li bendê ne ku Trump berdewam bike bi wan hewldanên ku ji bo bidestxistina aştiyê dest pê kiriye."
Li gorî ajansa "TASS"ê ya Rûsyayê, Peskov amaje bi vê yekê kir ku pêşniyarên nû hene û di demeke nêzîk de dorrek din a danûstandinên sêalî dê bê lidarxistin. Herwiha rola "Melania Trump", jina yekem a Dewletên Yekbûyî, di van hewldanên aştiyê de pesn da û hêvî xwest ku ev pêvajo berdewam bike.
Di bersiva pirsêkê de derbarê wê yekê ku gelo encama hilbijartinên Kongreyê û piraniya Demokratan dê bibe sedema astengiyan ji bo hewldanên Trump, Peskov got: "Ev pirsek navxweyî ya Amerîkayê ye."







