Qalibaf di postekê de li ser platforma "X" destnîşan kir: Bila ji aliyê bawerî û qanîbûnê ve be, an jî ji ber giranî û bilindbûna lêçûna jiyana rojane be, Amerîkayî gotin: Na ji bo şerê; em jî piştgirîya vê peyamê dikin.
Ev helwesta serokê parlamentoya Îranê di demekê de tê ku beşek mezin ji çavdêrên siyasî bawer dikin nakokiyên leşkerî yên derveyî, bilindbûna mesrefên şerê û giraniya sotemeniyê sedemên sereke bûn ku hilbijêrên Amerîkayê Partiya Komarî di sindoqên dengdanê de ceza bikin.







