Li gorî daxuyaniya Dr. Şaxewan Ebdulla, di civînê de biryar hatiye dayîn ku 150 megawat elektrîk ji bajarê Kerkûkê re zêde bê kirin. Bi vî awayî, tevahiya para parêzgehê ji torê neteweyî digihîje nêzîkî 800 megawatî û ev yek dê bandoreke berbiçav li ser zêdebûna demjimêrên dabînkirina elektrîkê bike.
Herwiha, ji bo kêmkirina barê darayî li ser milên welatiyan û daxistina bihayê elektrîka jeneratorkê, razîbûn hatiye dayîn ku nêzîkî 5 milyon lître gaz ji jeneratorên taybet re bê dabînkirin. Di heman demê de, ji bo birêvebirina dosyaya elektrîkê li bajêr bi awayekî baştir û dadperwerîtir, hejmarek rêkarên îdarî tên girtin.
Dr. Şaxewan Ebdulla herwiha tekez kir ku ew bi herî dawî ya emanetdarî nûnertiya hemû xelkê bajarê Kerkûkê kiriye, di parastin û bidestxistina mafên bingehîn ên wan de.







