Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku bilindbûna bihaya amperê ya elektrîka jeneratôran bûye barê giran ê darayî li ser debara gelê Kerkûkê, bi taybetî bazirgan û malbatên kêmderamet; di heman demê de hatiye tekez kirin ku divê mafê xwediyên jeneratôran jî were parastin, bi rêya dabînkirina sotemeniyê bi bihayekî piştgirîkirî ji aliyê hikûmetê ve, da ku bikaribin bê ziyan elektrîkê bidin welatiyan.
Ofîsa Rêxistinê ya Partiyê ji aliyên têkildar daxwaz dike ku biryarekî hevseng bidin, bi awayekî ku hem bihaya amperê were kêmkirin û hem jî sotemenî ji bo jeneratôran were dabînkirin; herwiha amaje dike ku di rojên borî de, bi rêya fraksiyona xwe di nav Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de, bi cidiyet li ser çareserkirina vê pirsgirêkê xebitîne.
Di beşekî din ê daxuyaniyê de, Partî hişyarî dide hêzên ewlehiyê û daxwaz dike ku bi şêwazekî berpirsiyar li gel nerazîbûnên rewa yên welatiyan re mijar bikin û bi tevahî ji tundûtûjiyê dûr bikevin; ji ber ku erkê hikûmeta Iraqê ye ku xizmetên bingehîn dabîn bike û rêzê ji daxwazên hemû pêkhate û qatên bajêr re bigire.







