Îro duşem 2yê Çirîna Paşîn a 2026an, Encumena Zanîngeha Rojava di daxuyaniyekê de ku ji bo raya giştî, xwendekar û navenda akademîk belav kir, got: Her çend ji destpêkê ve di pêvajoya yekbûnê de bûn, lê biryarên dawî yên Wezareta Perwerdehiya Bilind a Sûriyê derbarê Zanîngeha Rojava de bi tu awayî li asta hêviyên wan nebûn û bersivê mafên wan ên rewa nadin, bi taybetî ji ber ku ew biryar bi tevahî ji rastiya akademîk, civakî û dîrokî ya herêmê dûr in.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku daxwazên sereke yên zanîngehê di çend xalan de kom dibin:
- Divê Wezareta Perwerdehiya Bilind a Sûriyê taybetmendiya herêmê û nasnameya Kurdî ya Zanîngeha Rojava bi cidiyetê li ber çavan bigire.
- Divê di vê sala nû ya xwendinê de statuya zanîngehê wekî xwe bimîne, heta ku bi rêya diyalogê formuleke hevseng were dîtin ku taybetmendiyên neteweyî, akademîk û çandî biparêze.
- Pêwîste ku tu beş neyê girtin, ji ber ku hemû beş ji bo bersivdayîna hewcedariyên zanistî û jiyanî yên herêmê hatine damezrandin.
- Li ber çavgirtina perwerdehiya bi zimanê Kurdî, ji ber ku xwendekarên Kurd 12 sal in bi zimanê dayikê dixwînin; veguhestina wan a ji nişka ve bo kolej û zanîngehên erebî dê pirsgirêk û astengiyeke mezin çêbike.
- Divê rewşa aborî ya dijwar a welatiyan were hesibandin, ji ber ku ew nikarin lêçûna zêde ya xwendina zarokên xwe li parêzgehên din hilgirin.
Encumena Zanîngeha Rojava bi fermî ragihand ku pêvajoya pêşbirk û wergirtina xwendekaran (mufadala) berdewam dike û di demeke nêzîk de encamên wê jî bên ragihandin. Herwiha, bêyî tu paşvekişînekê, karên wê yên îdarî û perwerdehiyê berdewam dikin heta ku ji bo herêmê zanîngeheke taybet û serbixwe, bi pergala perwerdehiya duzimanî (Kurdî û Erebî) û bi parastina tevahî ya beşan, were damezrandin.
Di dawiyê daxuyaniyê de hate tekez kirin ku serbilindahî ye ku Zanîngeha Rojava bibe beşeke çalak a pergala perwerdehiya bilind a Sûriyê, lê divê ev sal ji bo diyalogeke avaker li ser pêşeroja zanîngehê bê veqetandin, da ku mafê 10 salan ê ked û westiyana mamoste û xwendekaran bi parastî bimîne.







