Îro duşem, 2’ê Çirîna Duyemîn a 2026an, serwer Arî Letîf, berdevkê Rêveberiya Polîsê Parêzgeha Silêmaniyê, ragihand: hêzên polîsê îro ji bûyera kuştinê agahdar bûne û niha dosyaya lêkolînê hatiye vekirin da bê zanîn ka bûyer kuştin e yan jî xwekuştin.
Li gorî agahiyên peyamnêra Kurdistan TVê li Silêmaniyê, Mîna Xidir, kesê ku cenazeya wî hatiye dîtin navê wî (Westa Qadirê kebabçî) ye û 73 salî ye. Ew yek ji kebabçiyên kevn û navdar ên bajarê Silêmaniyê bû.







