Hinek beriya niha, hejmarek ji niştecihên navçeya "Kurdistani Feyliq" a bajarê Kerkûkê, di nerazîbûnek tund de li dijî bilindbûna bihayê amperê elektrîka jeneratôrên taybet, rêya sereke ya di navbera Kerkûk û Dubizyanê de girt.
Nûçegihanê Kurdistan TV ragihand ku xwepêşanderan rê bi kevir û lastîkên erebeyan girtine û nehiştine ku erebe derbas bibin. Ev yek bûye sedema qerebalixiyeke mezin a trafîkê li wê herêmê.







