Kompaniyê ragihand ku, tevî ku Dadgeha Iraqê biryarekî bi cihkirina bilez derxistiye ji bo betal kirina biryara serokê Desteya Ragihandinê û Pêwendiyan derbarê betal kirina peymana yekalî de, lê serokê desteyê li ser biryarên neqanûnî israr dike û rêkarên xwe didomîne.
Korek Telecom di daxuyaniyê de amaje bi vê yekê kir: "Serokê desteyê ne tenê pabendî hukmê dadgehê nebûye, lê belê hewl dide bahaneyên nû çêbike da ku rêkarên neqanûnî yên li hember kompaniya me bidomîne."
Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin ku kompaniya Korek Telecom mafê xwe ji bo daxwaza telafîkirina zirarên ku ji ber bicihneanîna hukmê dadgehê pêk hatine, parastiye.
Kampaniyê herwiha amaje bi vê yekê kir ku rêkarên li dijî wê hatine girtin, pêşwext bûne; ji ber ku serokê Desteya Ragihandinê di nameyekê de ku dîroka 29ê Oktobera 2026 li ser e, hewl daye ji bo biryarên ku di 1ê Mijdara 2026an de derxistine, sedem û hincetê bîne.
Di dawiya daxuyaniyê de, Korek Telecom bi xemgîniyê dipirse: "Ma maqûl e ku biryara rêveberekî ji hukm û biryarên Dadgeha Iraqê bilindtir be?"







