Îro roja yekşemê, 1ê Mijdara 2026an, Wezareta Neftê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand: Ji bo piştgiriya gelê Herêma Kurdistanê û hevdem bi hatina demsala zivistanê re, Elî Falih El-Zeydî, serokwezîrê Iraqê, rêwerz da ku mazot ji bo Herêma Kurdistanê bi bihayê piştgiriya were dabînkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Basim Mihemed Xidr El-Ebadî, wezîrê Neftê yê Iraqê, ferman daye Kompaniya Belavkirina Hilberên Neftê ku gavên pêwîst û lezgîn bavêje, bi mebesta ku di zûtirîn demê de mazot ji bo Herêma Kurdistanê amade bike û dabîn bike.







