Îvara îro, yekşemî 1ê Çiriya Paşîn,, bi amadebûna Mesrûr Barzanî, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, lîstika dawî ya gera sêyemîn a şampiyoniya futbolê ya dîplomasiyê hate lidarxistin. Ev şampiyoniya ji aliyê Dezgeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye organîze kirin.
Her du tîmên werzîşî yên welatên Ewropaya Rojhilatê (Çekya, Polonya, Bulgaristan, Ermenistan) û Filistîn lîstin û di encamê de, tîma welatên Ewropaya Rojhilatê bi encama 4-2 bû şampiyona gerê.







