Îro, duşem 2’ê Çiriya paşîn a 2026’an, Parêzgeha Dihokê di daxuyaniyekê de ragihand: Projeya ava vexwarinê ji bo navçeya Berderreşê, projeyeke mezin a binesaziya avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku armanca wê ew e ava vexwarinê ya paqij ji bo navenda navçeyê û her sê nahiyeyên (Daretû, Kelek û Rovîa), digel hejmareke mezin ji gundên herêmê, peyda bike. Ev proje ji budçeya Parêzgeha Dihokê û di bin çavdêriya Rêveberiya Ava Derdorê ya Dihokê de tê bicîhkirin û heta niha rêjeya pêkanîna karan gihiştiye 38%.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku proje ji stasyona wergirtina avê (Intake), stasyona parzûnkirin û paqijkirina avê (WTP), depoyên avê, tora boriyan û binesaziya elektrîkê pêk tê. Beşa wergirtina avê li ser Zêya Mezin, li nêzî gundê “Daler”, hatiye bicîhkirin û dikare di saetekê de nêzîkî (3,300) metreyên sêgoşeyî avê ya xav bistîne û bişîne stasyona parzûnkirinê. Di heman demê de, stasyona paqijkirina avê dikare di saetekê de nêzîkî (3,000) metreyên sêgoşeyî avê ya paqij hilberîne.
Projeyê avakirina (37) depoyên avê li 18 cihên cuda û (250) bîrên avê dihewîne ku dikarin nêzîkî (124,000) metreyên sêgoşeyî avê kom bikin. Herwiha, tora du boriyên veguhastin û belavkirinê bi dirêjahiya (451) kîlometre tê avakirin. Ev tor ji boriyên cureya (Ductile Iron) bi dirêjahiya 251 kîlometre û bi qebareya 400 heta 1000 mm, û boriyên cureya (HDPE) bi dirêjahiya 200 kîlometre û bi qebareya 90 heta 350 mm pêk tê; digel peydakirina binesaziya elektrîkê ya 33 kV.
Parêzgeha Dihokê herwiha destnîşan kir ku bi rêya vê projeya mezin (181) hezar kes sûdê jê werdigirin. Niha (95) gund di nav çarçoveya sûdwergirên projeyê de ne û tê pêşbînîkirin ku di pêşerojê de hejmareya gundên sûdwergir bibe (106) gund.







