Îro duşem, 2ê Çiriya Paşîn a 2026an, xanima (Helawê Elî Semîn), ku bi navê "Daya Helawê" tê naskirin, diya şehîdên Enfalê û yek ji rizgarbûyên Kela Nogra Selmanê, piştî 38 salan li benda vegera zarokên xwe, koça dawî kir.
Daya Helawê ji eşîreta Dawûdî û nişteciha navçeya Xurmatu (herêma Dawê) bû. Di pêvajoya komkujiya Enfalê ya bi navê reş de, ji aliyê rejîma Be‘sê ve, heft endamên malbata wê, ku ji (şeş kur û keçeke) pêk dihatin, bêserûber hatin winda kirin û bûn şehîdên Enfalê.
Ya koçkirî piştî ku di dema êrîşê de ew jî hat girtin û bo şeş mehan li Kela "Nogra Selman" hat zindanîkirin, rizgar bû û vegeriya, lê heta dawî demên jiyana xwe bi hesreta dîtina zarokên xwe ma.







