Îro duşem 2ê Çiriya paşîn a 2026an, Dezgeha Medya û Agahiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: Encûmena Wezîranê, bi îmzeya Mesrûr Barzanî, Serokê Encûmena Wezîranê, biryara bi jimareya (307), bi dîroka 14ê 10ê 2026an, derbarê efûkirina cezayên derengxistina dayîna beşdariyên ewlehiya civakî derxistiye. Ev biryar bi nivîsa fermî ya Sekreteriyaya Encûmena Wezîranê, bi jimareya (14069) û bi dîroka 2ê 11ê 2026an, ji bo nivîsgeha Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî hatiye şandin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku biryar di civîna bi jimareya (176) ya Encûmena Wezîranê de û li ser pêşniyara Wezareta Kar û Karûbarên Civakî hatiye dayîn, bi mebesta hêsankirin û teşwîqkirina pabendbûna bi dayîna beşdariyan û zêdekirina dahata Fona Ewlehiya Civakî, ku ji bo xizmetkirina karkeran, parastina maf û îmtiyazên wan û dabînkirina mûçeya wan a teqawidiyê tê bikaranîn.
Li gorî daxuyaniya Dezgeha Medya û Agahiyê, xalên sereke yên biryarê wiha ne:
Efûya tevahî: Ji hemû cezayên derengxistina dayîna beşdariyên ewlehiya civakî efû tê kirin, bi şertê ku hemû deynên komkirî yên pereyê beşdariyê di nav (90) rojên kar de werin dayîn.
Derxistina rêbernameyê: Wezareta Kar û Karûbarên Civakî rêbernameya pêwîst ji bo hêsankirina pêkanîna vê biryarê derdixe.
Pêkanîn û belavkirin: Wezaret û aliyên têkildar gavên pêwîst ji bo pêkanîna biryarê digirin û ew ê di Rojnameya Fermî ya (Weqaiyên Kurdistanê) de were belavkirin.







