Desteya Dadrêziyê di daxuyaniyekê de ragihand ku Dadgeha Cezayên Salaheddîn, di dosyeyekê de ku ji aliyê Desteyê ve lêkolîn lê hatiye kirin û ji bo dadgehê hatiye şandin, bi awayê amadebûnê (biryara li ber çavan) her du rêveberên berê yên beşa kontrolê û rêveberê berê yê depoyên parêzgeha Salaheddîn bi cezayê 3 salan zindana giran cezadar kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku biryara dadgehê li ser bingeha belgeyên bawerbar û li gorî madeya 318 a Qanûna Cezayên Iraqê ya bi jimara 111 a sala 1969 hatiye derxistin, piştî ku hate piştrastkirin ku kesên navborî di birin û dizîna pereyên ji bo pêkanîna yek ji projeyên parêzgehê hatibûn veqetandin, xwedî rolek bûn.







