Îro duşem 2ê Çiriya Paşîn a 2026an, di çarçoveya karên Encumena Hevrêziya Sêalî ya di navbera Iraq, Urdun û Misrê de, civînek hevpar bi riya konferansa vîdyoyê hate lidarxistin. Di civînê de, Elî Warid Hemûd, rêveberê giştî yê Şirketa Projeyên Neftê ya Iraqê, bi tîmên her du welatên Urdun û Misrê re hûrgiliyên teknîkî yên projeyê, herwiha avakirina rafînerî û depoyên sotemeniyê, gotûbêj kirin.
Di civînê de bal hat xuyakirin ku projeyan ji qonaxa gotûbêjê ber bi qada pêkanîna pratîkî ve werin veguhastin, bi awayekî ku karên rêya boriyê ya nefta xav a “Basra–Hadîse” dest pê bikin, da ku deriyek nû ji bo hinardekirina neftê bi riya Deryaya Sor û Deryaya Navîn li ber Iraqê were vekirin.
Ev gav beşek e ji stratejiyeke berfireh a her sê welatan, bi mebesta bihêzkirina ewlehiya enerjiyê û hevkariyên aborî li herêmê. Di heman demê de, pêkanîna van projeyan, ji bilî pêşxistina sektora petrokîmyayê, dê pozîsyona Iraqê wekî dabînkerê sereke yê enerjiyê di bazarên cîhanî de bilind bike û danûstandinên bazirganiyê di navbera Bexdayê, Amman û Qahîreyê de bihêztir bike.







