Rojnameya amerîkî ya “Wol Street Journal” ragihand: Serokê Amerîkayê Donald Trump sibê roja şemiyê bi serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re telefon kir. Ev têlefon di demekê de pêk hat ku Amerîka xwe ji bo ihtîmala ji nû ve destpêkirina şerê li dijî Îranê amade dike. Çend roj berê jî Trump li Qesra Spî bi fermandarên bilind ên leşkerî re civîbû, da ku vebijarkên ji nû ve destpêkirina operasyonên şerê berfireh li herêmê nîqaş bike.
Medyaya Îsraîlê eşkere kir ku Trump ji aliyê Netanyahu ve rastî zextê hatiye ji bo ji nû ve destpêkirina operasyonên leşkerî li dijî Îranê piştî hilbijartinên Amerîkayê. Di vê derbarê de, “Kanal 12”ê Îbranî ji zimanê berpirsên amerîkî ragihand ku Netanyahu li ser rêveberiya Amerîkayê zextê dike da ku şer ji nû ve dest pê bike; di heman demê de welatên navbeynkar hewl didin dîtinên Tehran û Washingtonê nêzî hev bikin û bigihîjin lihevkirinekê.
Berpirsên Îsraîlê rojên niha wekî “pir hestiyar” binav kirine û li ser vê yekê tekez kirine ku fermandarên bilind ên artêşa Îsraîlê bi hevpîşeyên xwe yên amerîkî re di têkiliyên rojane û domdar de ne. Li gorî çavkaniyên kanalê, her gavên leşkerî yên muhtemel li dijî Îranê ji aliyê mezinahiya hêzê û xwezaya hedefan ve ji operasyonên berê cuda dibin, ji ber ku her du alî di koordînasyona xurt de ne da ku hedefên leşkerî yên diyarkirî destnîşan bikin.
Ev pêşketin li gel hewildanên dîplomatîk ên welatên Qatar, Pakistan, Erebistana Siûdî, Tirkiye û Misrê ji bo aramkirina rewşê û rêgirtina li ber berfirehbûna şerê bi rêya danûstandinan pêk tên.







