Îro yekşem, 1’ê Çiriya Paşîn a 2026’an, Encumena Bilind a Dadweriya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand: Dadgeha Lêkolînê ya Kerkha Duyemîn karîbû 21 milyar û 424 milyon dînarên Iraqî ji sûcekî sextekariya darayî vegerîne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev pere ji du şirketên binpêker ên qanûnê hatine vegerandin; wan bi rêya pêkanîna pêvajoya şandina pereyan bo derveyî welat bi awayekî sextekar, cûdahiya nirxa danûstandina dolarê bidest xistibûn.
Encumena Bilind a Dadweriyê herwiha destnîşan kir ku bi hewldaneke mezin a Dadgeha Lêkolînê ya Kerkha Duyemîn û di bin çavdêriya dadwerê yekem ê dadgehê de, hat karîn ku ev pere were vegerandin. Di heman demê de jî tekez kir ku ev hewldan dê bidomin, da ku li hember hemû wan şirketan ku ji bo bidestxistina qazancên mezin li ser hesabê zirarê gihandina serweta giştî rêbazên neqanûnî bi kar tînin, tedbîrên qanûnî bên girtin.







