Trump êvara borî, di nav civînekê ya hilbijartinê de li eyaleta Iowa, ragihand: "Heta niha ez bi aramî bi Îranê re mijûl bûm, ji ber ku dixwazim canê mirovan rizgar bikim, lê di qonaxekê de em neçar in lêdaneke dawîn li wan bidin."
Di beramberî vê yekê de, Îran bi tundî bersiva wan tehdîdan da. Mihemed Ekremî, berdevkê Sepaha Îranê, ragihand: "Her şerekî bê dihat ji şerê berê dirêjtir e û serokê Amerîkayê ne di rewşekê de ye ku bikaribe dema dawîbûna şerê an jî şertên wî diyar bike."
Di heman demê de, malpera "Axios" li ser bingeha çavkaniyên Amerîkî û Îsraîlî ragihand ku Benjamin Netanyahu, serokwezîrê Îsraîlê, ji Trump xwestye ku yekser piştî hilbijartinên navînê yên Kongreyê êrişekê li ser Îranê bike. Lê li gorî agahiyan, Trump tercîh dike ku rê bide domandina dîplomasî û danûstandinan.







