Îro duşem 2ê Çiriya Paşîn a 2026an, Îsmaîl Beqai, berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, ragihand: "Top niha li qada Amerîkayê ye, daxwazên me yên guncaw û lojîk bi zelalî hatine pêşkêşkirin û Tengava Hurmuz bê pejirandina şertên me nayê vekirin".
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê îşaret bi vê yekê kir ku di çend rojên hindik ên pêş de derfet heye ku pêşniyara Îranê bê pêkanîn û got: "Tengava Hurmuz aram û ewle nabe heta ku dorpêça deryayî neyê rakirin û daxwazên rewa yên Îranê neyên pêkanîn".
Îsmaîl Beqai herwiha tekez kir ku di nav hemû sazî û aliyên biryarder ên di hundirê hikûmeta Îranê de, di derbarê vê mijarê de hevrêzî, hevdenge û yekîtîya tam heye.
Di beşeke din a axaftina xwe de, berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsraîl wekî çavkaniya sereke ya bêaramî û tengaviyên li Asyaya Rojava binav kir û ragihand ku axa dagirkirî ya Filistînê û berdewamiya komkujiyê li wir bingeha sereke ya bûyerên herêmê ye. Wî herwiha îşaret pê da ku tenê duh zêdetirî 10 kes di encama êrîşên Îsraîlê de şehîd bûne.







