Majid Ensarî, berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê, di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re ragihand: Hîn jî pabendbûna bi rêya danûstandinê ji aliyê her du alîyên Amerîkî û Îranî ve didome; em jî wek navbeynkar, bi awayekî lezgîn û saet bi saet, pêşniyar û peyamên di navbera wan de diguhêzin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê herwiha destnîşan kir ku niha berpirsên Amerîka û Îranê bi hûrgulî mijûlî lêkolîn û nîqaşkirina wan raman û destpêşxeriyan in ku ji aliyê Doha ve, bi armanca kêmkirina tengezariyan û bidawîanîna krîzê, ji wan re hatine pêşkêşkirin.







