Îro sêşem, 3’ê Çirîna Paşîn a 2026’an, Rêveberiya Têkiliyên Giştî ya Artêşa Pakistanê (ISPR) di daxuyaniyekê de ragihand: Di du operasyonên cûda yên îstîbaratî de li deverên (Kacî û Xaran) ên herêma Belûçistanê, 17 çekdar hatine kuştin û di heman demê de leşkerekî artêşê jî hatiye kuştin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku operasyona yekem li ser bingeha agahiyên îstîbaratî li ser hebûna çekdarên girêdayî her du komên bi navên (Fitneya Hindûstanê) û (Fitneya Xewaricê) hatiye kirin. Di vê çarçoveyê de, li devera “Sanî” ya herêma Kacî, (10) çekdar hatine kuştin piştî ku hewl dabûn li ser rêyekê giştî nuqteyekê ava bikin. Herwiha, (7) çekdarên din jî dema êrîşkirina li ser veşartgehekê wan li devera Xaranê hatine kuştin.
Artêşa Pakistanê destnîşan kir ku di pevçûnan de leşkerek bi navê (Hikmetullah), ku 25 salî ye û ji devera Kerekê ye, jiyana xwe ji dest daye. Herwiha, li cihên her du operasyonan li ser hejmareke mezin ji çek û cebilxaneyê hatiye desteserkirin û operasyona paqijkirinê ji bo şopandina çekdarên din berdewam e.
Di dawiya daxuyaniyê de hatiye ravekirin ku operasyonên li dijî terorê di çarçoveya kampanyaya (Ezim Îstihkam) de berdewam in. Ev kampanya ji aliyê Komîteya Bilind a Federal ve di çarçoveya plana kar a neteweyî ya welatê de hatiye pejirandin.







