Îro sêşem, 3ê Çiriya Paşîn a 2026an, Ofîsa Ragihandinê ya Serokê Encûmena Wezîran a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku Elî Falih El-Zeydid pêşwazî li serok û endamên fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Encûmena Nûneran kir. Gelek mijarên hevbeş ên girîng hatin nîqaşkirin, di serî de xizmetguzarî, têkiliyên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, herwiha nîqaşkirina hin bendên pêşnûmeya qanûna budçeya giştî ya federal ji bo sala 2027an.
Serokwezîrê Iraqê tekez kir ku hikûmet di mehên borî de, di çarçoveya rewşeke aborî û navneteweyî ya tevlihev de, karîbûye bi gelek dijwariyan re rû bi rû bibe. Wî herwiha li ser berdewamiya hewldanan ji bo şerê li dijî gendeliyê, şopandina kesên têkildar û hişkkirina çavkaniyên wê rawesta, û di heman demê de li ser çareserkirina dosyayên aborî bi rêya pêşxistina dahatên nepetrolî û amadekirina planekê ji bo zêdekirina hilberîna neftê, da ku çavkaniyên dewletê bihêz bên kirin.
Di beşekî din ê civînê de, Elî El-Zeydid ji parlamenteran xwest ku rola xwe ya qanûndanin û çavdêriyê pêk bînin û beşdarî pejirandina qanûnên girîng û bingehîn bibin. Wî herwiha xemgîniya hikûmetê dubare kir ji bo dabînkirin û dayîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bi heman awayê hemû wezaret û parêzgehên din, li gel xebatkirina li ser amadekirina nasnameyek zelal ji bo aboriya Iraqê li gorî dîtineke pêşketî.
Ji aliyê xwe ve, Dr. Şaxewan Ebdulla, serokê fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Encûmena Nûneran, piştevaniya fraksiyona xwe ji bo hewldanên reformê yên hikûmetê di warên cuda de dubare kir. Wî herwiha amaje bi xemgîniya Herêma Kurdistanê kir ji bo pabendbûna bi destûr û qanûnan, da ku dadperweriya civakî were dabînkirin, û helwesta serokwezîr li hember dabînkirina mafên Herêma Kurdistanê wekî parêzgehên din bilind nirxand.







