Li gorî daxuyaniyeke fermî ya Asayişa Hewlêrê, berê malbateke ji bajarê Silêmaniyê ji bo koçkirinê ber bi Ewropayê ve penaya xwe dabû qaçaxçiyekê. Lê li welatê Tirkiyeyê, di dema derbasbûna wan de bi kelekeke lastîkî (çop) ji ser çemekê, kelekê wan binav bû. Di encama wê bûyera dilêş de sê zarokên malbatê bi navên (Hestyar, Heryad û Mîla) xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin ku piştî berhevkirina agahiyên îstîxbaratî û şopandineke berdewam, nasnameya qaçaxçiyê bi navê (R. E. M) eşkere bû. Dû re, di dema vegera wî ya bo hundirê axa Herêma Kurdistanê de, bi fermana dadwerî ya lêkolîna Asayişa Hewlêrê, ji aliyê hêzên asayişê ve hate girtin û radestî dadgehê hate kirin.







