Li gorî daxuyaniya deriyê, li ser daxwaza aliyê Tirkiyeyê (Deriyê Deracikê) û ji ber berdewamiyên xebatên sererastkirin û asfaltkirina rêya sereke li aliyê Komara Tirkiyeyê, roja Çarşemê 4ê Mijdara 2026an trafîka geştiyaran li sînorê Deriyê Zêt bi tevahî dê were rawestandin.
Di daxuyaniyê de hat dîtin ku tevî rawestandina demkî ya trafîka geştiyaran, hemû kar û çalakiyên îdarî yên hundirê Deriyê Navneteweyî yê Zêt dê bi awayekî asayî berdewam bikin; herwiha ji roja Pêncşemê 5ê Mijdara 2026an ve, rêwîtiya û trafîka welatiyan li deriyê dê vegere rewşa asayî.
Di dawiyê de, rêveberiya deriyê ji welatiyan û geştiyaran dixwaze ji bo parastina berjewendiyên xwe û ji bo ku astengî çênebin, demjimêrên rêwîtiyên xwe rêk bixin û rêwîtiyên xwe bavêjin roja Pêncşemê.







