Îro sêşem, 3’ê Çiriya Duyem, Rêveberiya Meteorolojî û Erdhejê ya herêmê ragihand: Ezmanê deverên cuda bi giştî nîv-ewrî ye û hin caran dê biguhere bo vekirî û ewrên parçeparçe. Li navendên parêzgehan ezman dê bi domdarî di navbera ewrên parçeparçe û nîv-ewrî de be. Di heman demê de, hin caran îhtîmala hûrbaranê li ser deverên bilind ên çiyayî heye. Germahiya hewayê li gorî tomarên duhê hinekî bilindtir dibe.
Hewlêr: 24 | Silêmanî: 22 | Dihok: 23 | Helebçe: 23 | Zaxo: 24 | Çemçemal: 24 | Aqre: 24 | Germiyan: 28 | Pîrmem: 20 | Hacî Omeran: 14
Ji bo sibê çarşem, 4’ê Çiriya Duyem, li gorî pêşbîniyên meteorolojî, ji ber hatina qewareke zexta hewayê ya nizm a lawaz, ji piştî nîvro ve li deverên cuda yên Îdareya Germiyanê, hin deverên Silêmaniyê, başûrê parêzgeha Hewlêrê, parêzgeha Dihokê û bi giştî li deverên çiyayî pêşbîniya hûrbaranê tê kirin. Meteorolojî herwiha destnîşan dike ku dema qewareya zexta hewayê xurt bibe, îhtîmal heye ku şêwaza barînê ji piştî nîvro ve biguhere bo barana navîn û birûsk çêbibe. Germahiya hewayê nêzîkî tomarên îro dibe.
Hewlêr: 24 | Silêmanî: 23 | Dihok: 23 | Helebçe: 24 | Zaxo: 24 | Çemçemal: 27 | Aqre: 25 | Germiyan: 28 | Pîrmem: 22 | Hacî Omeran: 14







