Çend tîmên agirkujiyê piştî ku agahdar hatin kirin, yekser gihiştin cihê bûyerê û di demeke kurt de karîn agir vemirînin û rê li ber belavbûna wê bigirin.
Şaxewan Seîd, berdevkê Parastina Sivîl a Hewlêrê, ragihand: Di encama agirê de tu windahiyeke canî çênebûye û tenê zirarek madî gihiştiye çend dikanan. Di heman demê de, tîmên lêkolînê dest bi lêkolînê kirin da ku sedema bingehîn a derketina agirê bizanin.
Berdevkê Parastina Sivîl a Hewlêrê diyar kir: Du gerokên ku li otêlekê li kêleka dikanê bûn, rastî tengijîna nefesê hatin û yek ji wan ji bo dermankirinê hate şandin nexweşxaneyê.







